Li Hezexê wêneyên qirkirinê
09:56
JINHA
ŞIRNEX - Li Hezexê hewldana rakirina şopên êrîşên qirkirinê didome, cihê xurdeyan a ku li pişt enqaza avahiyan maye jî wêneyê hovîtiya ku hatiye kirin e. Sarinc, makîneya cilşuştinê, firin, televîzyon, deriyên pola, depolên avê, beroş ji bo xurdefiroşan bûye deriyê debarê ya nû.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ku 44 rojan bi êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê ve rû bi rû ma xurdeyên ku di enqazên malên hatine xirakirin name ji bo xurdefiroşan bûye deriyê debarê ya nû. Xurdefiroşên berê plastîk û xurdeyên din kom dikirin di demên dawî de sarinc, makîneya cilşuştinê, firin, televîzyon, çarçoveya deriyên pola, depoyên avê û beroş wekû ku dîmenê tiştên li navçeyê qewimî ne ye.
Welatiyê bi navê Hasan ê li taxa Turgut Ozal dikana wî ya xurdeyan haye diyar kir ku demeke dirêj e vî karî dike, piştî ku li Hezexê qedexe hate rakirin serê sibehê saet di 08.00'an de dest bi kar dikin êvarê heta 19.00'an dixabitin, tiştên ku kom dikin jî dişînin Îskenderunê. Hasan destnîşan kir piştî ku di 31'ê adarê de qedexe rabû ji taxên Yenîmahalle û Turgut Ozal 5 TIR xurde kom kirine û şandine Îskenderunê.
Tiştên ji enqazê mane didin xurdeyê
Hasan bilêv kir ku berê li taxan plastîkên biçûk an jî tiştên hesin ên biçûk ji taxan km dikirin piştî êrîşên qirkirinê ji malên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatine şewitandin û xirakirin Sarinc, makîneya cilşuştinê, firin, televîzyon, deriyên pola, depolên avê, beroşan kom dikin. Hasan destnîşan kir ku rojên destpêkê bi awayeke rehet li taxan digeriyan û tiştên welatiyan dikirîn lê niha ketina wan a taxan hatiye qedexekirin dema ku dikevin taxan 184 TL ceza didin wesayîtên wan, niha jiber ku biçin welatî eşyayên xwe tînin dikana wan.
Hasan da zanîn ku piştî biryara xirakirina malan a ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve hatiye dayîn ketina wan a li taxan jî hatiye qedexekirin, hesinên ku ji enqazan mane didin şîrkeya karê xirakirina malan girtiye.
(kom/zt)