ROJEVA 11'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:34
*Hevala Leyla Qasim a zarokatiyê û keça xalê wê Sadiye Alî Ekberiyan di derbarê jiyana wê û bandora wê ya li ser jinan de got: "Timî dixwast li pêşyê bimeşe. Ji bo wê jî bi kinc, ziman û çanda kurdî çu ber darê sêdarê."
*Bi wesîleyê 24. salvegara bîranîna Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) Rêvebera TEV-ÇAND'ê Ronahî Kendal diyar kir ku Hozan Mizgîn hem hunermend hem jî fermandara gerîla bû û got, "Keseyatek têr û tijî bu. Ji ber vê yekê jî li her deverê Kurdistanê şopên Hozan Mizgîn hene."
*Piştî qetilkirina Ceren baran, jinan şîdeta mêr ya ji Kurdistanê heta Enqereyê dirêj dibe nirxand û got: “Kujerên Cerenê, berpirsên komkujiya Kurdistanê ye.”
*Di 4'ê Nîsanê de akademiyeke xweser a mamostiyên jin bi navê Şehîd Baz hatibû vekirin. Di dewreya yekem a perwredeyê de 28 mamoste tevlî bûn, derbarê perwerdeyê de çend mamosteyan nêrînên xwe bi ajansa mera parve kirin.
*Bi hatina heyvên biharê re jinên Efrînê ji niha de dest bi amedekariya zivistanê kirin. Jinên ku ji niha de dest bi amede kariyê kirine gotin heya payîzê ew ê tevahî pêdiviyê xwe pêşwazî bikin.
* Jinên HDP’î yên ku beşdarî cezaya Dîlan Kortak a ku di meha kanûna bûhrî de li Stenbolê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û cenazeyê wê li Îzmîrê hat definkirin bûn, hatin girtin û di biryara navber de hatin berdan, diyar kirin ku ew soza berdewamkirina têkoşîna azadiyê didin.
*Li Çinarê Turnaveyê Voleybolê ya ku plansazî dike 'jinan daxe qadê' dikeve meriyetê. Jinên ku dê tevlî turnuvayê bibin, kevneşopiyên ku wan ji qadê sporê dûr dixe jî hildiweşînin û kêfxweşiya daketina qadê dijîn.
*HDK û KCD’ê ji bo rakirina destnedana parlamenteran deklarasyonek weşand û di deklerasyonê de hat xwestin ku pêşniya şûnde bê kişandin. Her wiha ji her aliyî ji bo parlamenterên HDP’ê piştgirî tê. Li Wanê jinên HDP’î diyar kir ku rakirina destnedana parêzeran wek ‘darbeya li ser îradeya gel’ nirxand û bang li hemû gelê Wanê kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin.