Hevsreoka Meclisa Gel a Şirnexê: Ji bo parastina nirên mirovahiyê tevlî berxwedanê bibin

10:32

JINHA

ŞIRNEX - Hevserokatiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Şirnexê, têkildarî berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê ku 2 meh tijî kir daxuyaniyek weşand û got, "Berxwedana Botanê, berxwedanên Stalîngrad û Kela Dimdimê jî li dû xwe hişt, bi ruhê Kobanê nirxên komunal ên mirovahiyê û jiyana exlaqî-polîtîk bi canê xwe diparêze."

Hevserokatiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Şirnexê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de banga mezinkirin û herdemîkirina berxwedanê li gelê Kurdistanê bi taybetî jî li gelê Botanê kir û got, "Lehengên gelê Botanê, şehîdên wê, keç û xortên wê şerê rûmetê dimeşînin."

Hevserokatiyê ev bang kir:

"Gelê me yê welatparêz;

Em şehîdên xwe yên leheng, ku bi rêbaza fedaî ya Apoyî mîna çemekî bi xwîna xwe dîrok herikandin, bi biryardarî û wêrekiyeke mezin şer kirin, bibîr tînin û soza bi ser xisitna têkoşîna wan didin.

Dewleta T.C a faşîst mêtînger, bi hovîtiyeke beriya niha nehatiye dîtin, hewl dide gelê Kurd di nava çerxên qirkirina çandî-fîzîkî de tine bike. Li hemberî van êrîşan, gelê Botan-Şirnexê berxwedaneke destanî nîşan dide, ku vê berxwedanê du meh li dû xwe hiştiye.

Erdogan û dewleta AKP'ê, hemû hêzên tarî daye dû xwe û çekên ku di şerê navbera dewletan de neyên bikaranîn jî li dijî gelê me bi kar tîne. Bi vê zordarî, talan û mêtîngeriya ku zilma Asûr û zordariya DAIŞ'ê li dû xwe hiştye, hem bajaran xera dike û dişewitîne, hem jî bombeyan li nirxên manewî yên gelê me li mizgeft û goristanan dibarîne, wan xera dike.

Li hemberî van êrîşên barbarî, gelê Şirnexê û ewladên leheng ên Kurd bi qehremanî li ber xwe didin. Ji ber vê berxwedanê, çeteyên AKP'ê ev 60 roj in nikarin bikevin nava qad, taxên xwerêveberiyê.

Gelê me û mirovahiya demokratîk şahid in, ku berxwedana gelê Botanê li dijî dijminê mirovahiyê yên herêmî û navneteweyî, li dijî xiyaneta nifşên Endîkû, berxwedanên Stalîngrad û Kela Dimdimê li dû xwe hiştiye, bi ruhê Kobanê nirxên komunal ên mirovahiyê û jiyana exlaqî-polîtîk bi berdêla canê xwe diparêze, bi paradîgmaya Rêbertiyê ve di vê rewşa serûbinbûyînê de bûye çavkaniya hêviyê ji bo gelan.

Divê gelê me bi sebr û israr be. Erdogan û dewleta AKP'ê berî biderizin, yekser hildiweşin. Mîna serdemên zordariyê yên Asûr, Roma û Osmaniyan, bi tirsa windakirina destilatdariyê Erdogan û dewleta AKP'ê bi hemû hêza xwe êrîşî gelan dikin. Dixwazin bi şîdetê, bi çavtirsandin û eciqandinê ve vîna me teslîm bigirin. Ev êrîş ne nîşaneya xurtbûnê ye, nîşaneya qelsiyê ye.

Divê gelê me zanibe; di herikîna dîrokê de ti gel û tevgerê li hemberî van êrîşên li dijî mirovahiyê bi qasî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi fedaî, bawerî, biryardarî û wêrekî li ber xwe nedane. Qîrîna 'bi me serbilind bin, me bi ser xistin' a Mehmetan, Sêvêyan, Fatmayan, li kuçeyên bajaran û serê çiyayan dibin awaza serketinê.

Keç û xortên leheng, şehîdên leheng ên gelê Botanê şerê rûmetê meşandine, dimeşînin. Bila gelê me bi me serbilind be û divê vê têkoşînê li her qadê mezin bike. Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê bi taybetî li gelê Botanê dikin ku biherikin qadên berxwedanê; bi ruhê serhildanên Botanê yên salên 90'î, bi şiyara rizgariya neteweyî, heta mêtîngerî ji xaka Kurdistanê bê derxistin, bênavber rabin serhildanê.

Em bang li ciwanên Kurd dikin ku bi ruhê Egîdan, bi ruhê Zîlanan cihê xwe li qadên xwerêveberiyê bigirin û bang li jinên Kurd dikin ku bi tilîlî û rengên xwe yên berxwedanê ve rabin serhildanê."

(kom/zt)