Li Kampa Penaberan a Nîzîpê îstîsmara zayendî!

12:26

JINHA

DÎLOK- Li kampa Penaberan a Nîzîpê ya girêdayê AFAD’ê ku bê qusur tê bi navkirin, derket holê ku 30 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Têkildarî bûyera îstîsmarê ku di qeydên kamerayê de hat tespîtkirin, karkerekî paqijiyê hat girtin. Her wiha pir balkêşe ku AFAD ji sê bûyerên îstîsmarê ne agahdare.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de her roj îstîsmarkirina zayendî ya zarokan di rojevê de ye, her roj yek nû lê zêde dibe. Li gorî nûçeya BîrGunê, li Kampa Penaberan a Nîzîpê ya girêdayê AFAD’ê ye, nêzî 30 zarokî rastî îstîsmara zayendî hatine. Hat hînbûn ku ji 30 zarokan malbatên 8 heban gilî kirine û hat hînbûn ku îstîsmara zayendî di meha îlonê de hatiye jiyîn û sê mehan berdewam kiriye.

Di qeydên kamerayê de hat tespîtkirin

Kesê bi navê E.E yê li kampê karê paqijiyê dike, zarokan bi pere xapandiye û îstîsmar kiriye. Li ser gilîkirinên hatine kirin, di meha îlonê de hatiye girtin û şandine girtîgehê. Têkildarî E.E de li Dadgeha Cezaya Giran a Nîzîpê doz hat vekirin. Doz û lêpirsîn didome. Malbatên derbarê E.E de gilî nekirin, derket holê ku ji ber tirsê gilî nekirine.

Mijar ji aliyê personelê leşkerî ve bi qeydên kamerayê hat tespîtkirin. Derket holê ku E.E zarokên cuda dibe heman cihî ku kamera nabîne û îstîsmar dike. Personelê kampê ji vê guman kir û îstîsmar derket holê.

Angela Merkel û Ahmet Davutoglu ziyaret kiribû

Di têketina kampê de nivîsa ‘ Hun bi xêr hatin welatê ku herî zêde ji penaberan re malovaniyê dike’ cih digire û hema borî di cejna zarokan de seroka Elmanyayê Angela Merkel û serokwezîr Ahmet Davutoglu, cigirên serokwezîr Yalçin Akdogan, Mehmet Şîmşek, wezîrê karê hundir Efkan Ala û hevşaredara Dîlokê Fatma Şahîn çibûn serdana kampê.

Kampa ku 50 km durî sînorê Sûriyeyê ye, 14 hezar penaberên Sûriyeyê lê dimînin.

(hu)