Li Qoserê bankeya zexîreyan hate vekirin

13:39

JINHA

MÊRDÎN - Bi piştevaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê û alîkariyên rêxistinên HDP-DBP yên Mêrdînê û Komaleya Rojava, li Qoserê bankeya zexîreyan hate vekirin. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim bang li Qoseriyan kir ku alîkariyên xwe bigihînin bankeya zexîreyan.

Bi piştevaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê û alîkariyên rêxistinên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Qoserê û Şaxa Komaleya Alîkariya Bi Rojava re (Komaleya Rojava) li Qoser a Mêrdînê bankeya zexîreyan hate vekirin. Bankeya zexîreyan li hemberî xeraca wesayitên Şaredariya Qoserê bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Endamê Meclîsa Partiya HDP'ê Nazim Kok, xebatkarên Şaredariya Qoserê, endam, rêveber û hevserokên DBP-HDP ya Qoserê, endamên dildar yên Komîsyona alîkariya bi welatiyên Nisêbînê pêk hat.

'Dema palehiyan e, alîkariyên xwe bigîhin bankeya me'

Hevseroka Komaleya Alîkariya Bi Rojava ya Şaxa Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon diyar kir ku komaleya wan ji bo alîkariya bi Rojava yê Kurdistanê hatine avakirin û niha jî ji bo gelê ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê hatine koçberkirin ketiye nava hewldanan. Habîbe anî ziman ku dê vê komaleyê bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê û ya gelê Mêrdînê vedikin û got: "Em xebaten xwe bi hevkariya şaredariyan de dimeşînin. Walîtiya Mêrdînê gelek caran dixwazin alîkariyên me bitin sekinandin. Walîtî naxwaze ku em birînên gelê xwe derman bikin. Em hêvî û bang dikin ku demildest dev ji van tiştan berdin. Ez bangekî din li gelê me dikim. Dem dema palehiya adaniyên li heremê ye û divê gelê me alîkariyên xwe bi gelê me yên ku neçarî koçberiyê mane bidin dikim."

'Em nan û ava xwe bi koçberan re parvebikin'

Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî diyar kir ku ji ber şerê AKP'ê li Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê dimeşîne bi hezaran malbat neçarî koçberiyê mane. Gulser anî ziman ku hewcedariya mexdurên ku neçarî koçberiyê mane heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dermankirina birînên koçberan erkekî me yê dîrokî ye û divê gelê me bi giştî xwe di nava vê yekê de bibînê û xwe tevlî xebatên alîkariyan bike. Hewceye ku em nan û ava xwe bi koçberan re par ve bikin."

(kom/zt)