Ji Nisêbînê bersiva êrîşên bi balafiran: Em nadin Nisêbînê
17:52
JINHA
MÊRDÎN - Welatiyên Nisêbîna ku hêzên dewletê bi balafir, tank û hemû çekên giran êrîş dibin ser bi strana Seyda Perînçek ya 'Em nadin Kobanê' veguherandin 'Em nadin Nisêbînê' û bersiv dan êrîşên dewletê.
Berxwedana gelê Nisêbîna Mêrdînê a li hemberî êrîşên dewletê 2 meh li pey xwe hişt. Hêzên dewletê ku nilkarin bikevin taxên berxwedanê hemû amûrên şer bi kar tînin lê heta niha nikarin destkeftiya bi dest bixin. Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi daxuyaniyek dabûn û aşkere kiribun ku hêzên dewletê şeva 11'ê gulanê bi balafirên şer taxa Elîka (Yenîşehîr û Dîcle) 4 caran bombebaran kiriye.
Êrîşên li dijî taxên berxwedanê yên Nisêbînê berdewam dike. Heta niha ji ber êrîşên dewletê bi hezaran Nisêbînî hatin koçberkirin lê hêj bi hezaran kes li malên xwe û taxên xwe sekna xwe berdewam dikin. Dîmenên yek ji wan malbatên berxwedêr ên li Nisêbînê mane derket hole. Di dîmênên derketine holê de malbatekî ku tê de zarokên biçûk, jin, kal, pîr û mêr şêniyên malê li hewşa xwe li ser kursiyan runiştî ne û stranên berxwedanê guhdar dikin û dibêjin.
Em nadin Kobanê vegerandin Em nadin Nisêbînê
Welatiyên ku li hewşa xwe runiştî ne û di nava wan de zarok jî hene, ewil di dîmenan de tê dîtin ku ji telefonekê stran tê vekirin û piştre konsera berxwedanê destpê dike. Di dîmenan de zarokê bi çûk ji telefona xwe strana 'Haydê haydê partîzan, roketê bavêj sermilan' vedike û tevlî kesên li derdora xwe dest bi gotina stranê dike. Zarokên ku konsera navxweyî didin bi çepikan jî rîtim digirin. Heman zarok piştî strana ewil strana Hunermend Seyda Perînçek ya ku li ser berxwedana Kobanê nivîsî û gotibû ya bi navê 'Em nadin Kobanê' vedikin û piştre bi dengekî şid pê re dibêjin. Zarokên malê, bi çepik, pêçî û guhertina stranê bersivê didin êrîşên dewletê. Zarok, strana em nedin Nisêbînê vediguherînin em nadin Nisêbînê û helwesta gelê Nisêbînê ya ji bo berxwedanê aşkere dikin.
(kom/zt)