ROJEVA 13'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Dayîka sê şervanên YPG/YPJ'ê diyar kir ku ew bi têkoşîna zarokên xwe serbilinde û wiha got, "Min bi hejarî zarokên xwe mezin kir, ew îro bûnê şoreşger û welatê xwe diparêzin."

*Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir ku zîhniyeta ‘ewlekariyê’ ya di salên 90’î, li Kurdistanê berdewam dike û niha jî hewl tê dayîn ‘pergala bekçîvaniyê’ bikin jiyanê û got: “Yên îro di bin navê bekçîvaniyê li bajaran tên bicihkirin, sibê bi destê dewletê wê ji holê bên rakirin. Divê ev baş bê dîtin û lîstikên tên lîstin bên teşîrkirin.”

*Li Atolyeya Jinan a Hêvî Umut ku girêdayê Şaredariya Êlihê ye, koma xebatê ya jinan ava kiriye bi awayekî kolektîf dixebite û aboriya komunal ava dikin.

*Bi armanca rasthatina 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jinên Wanê diyar kirin ku bi salane dewlet wek tirkek nêzî wan bûye û gotin ew Kurdin û zimanê wan jî kurmanciye. Zarokan jî gotin ew dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê xwe bibînin û balkişandin ku divê dibistanên Kurdî bêne vekirin.

*Ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê gelek welatî ji bajarê Mûsila başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê. Di Nîsana 2016'an de gelek welatî ji cih û warê xwe penaber bûn. Di nava koçberan de 318 zarok hene, zarokan derbarê koçberkirina wan û zehmetiyên ku rastî wan hatin ji JINHA'yê re anîn ziman.

*Hevseroka bajarokê Til Koçer Xade Hirêdanî rewşa jinên li bajarokê nirxand û îşare bi rewşa jinan kir.

*Hevseroka Komeleya Reda Wijdanî Merve Arkun diyar kir ku dê di nava 14 -15'ê gulanê de li Amedê bi diruşma "Emê desturê nedin Amed bibe başarê lekerî" dê rêzeçalakiyan lidarbixin. Merve ya ku dem û cihê rêzeçalakiyan nîşanda destnîşan kir ku dê di dawiya bernamê de jî daxuyaniya reda wijdanî bidin.