Bijîşk jî ketin nava êrîşên li dij girtiyan

11:55

JINHA

MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Mahsum Baday ê ku ji bo nexweşiya xwe çû nexweşxaneyê, rastî gefan hat û ji ber ku mûayeneya bi kelepçe qebul nekir nehat mûayenekirin.

Girtiyê bi navê Mahsun Baday yê ku ji bo nexweşiya xwe çû Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê rastî gefên nijadperest yên bijîşk hat û nehat dermankirin. Hat hînbûn ku beriya hefteyekî girtiyê nexweş Mahsun Baday yê ku li Gîrtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin ji aliyê leşkeran ve ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Li gorî agahiyên ku ji malbata Mahsun hate girtin, Bijîşkê beşa Norolojî xwestiye Mahsun di destê wî de bi kelepçe mûayene bike û li ser vê nîqaş derketiye.

Hat aşkerekirin ku leşkerên ku Mahsun birine nexweşxaneyê xwestine kelepçeya destê Mahsun vekin, lê bijîşk Uzm. Î.U. ev yek qebûl nekiriye û gotiye "Dê mûayene bi kelepçeyan bê kirin." Hat zanîn ku girtiyê nexweş Mahsun jî bi gotinê "Tê sond a hîporat xwariye û tû nikari bi kelepçeyan min mûayene bikî. Ger bi kelepçeyan be ez xwe mûayene nadim kirin" li hemberî helwesta bijîşk derketiye. Li ser vê yekê nexweşê girtî Mahsun nehat mûayenekirin û ew vegerandin girtîgehê. Li gorî agahiyan piştî nedermankirina Mahsun Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di derheqê lêpirsîna dîsîplînê lê vekirine.

Helwesta girtîgeha Mêrdînê ya ne dermankirinê berdewam dike

Miduriyeta Girtîgeha Mêrdînê, bi hinceta tekmîlnedayînê girtiyên nexweş derman nake. Girtiyên ku li girtîgehê tên girtin, tekmîla leşkerî qebûl nakin û ji ber vê yekê jî dermankirina gelek girtiyên ku di nav de girtiyên nexweşiyên wan giran jî heye nayê kirin. Ji aliyekî din mafê hevdîtina girtiyên xizmên hev yên di heman girtîgehê jî de ji destê wan hate girtin û girtiyên xizmên hev yên di heman girtîgehê de hew karin hevdîtinan bikin.

(kom/zt)