Berdevka KJA ya Şirnexê Saadet hat girtin

13:45

JINHA

MANÎSA - Berdevka KJA ya Şirnexê Saadet Îdîn a li ser îtiraza dozgeriyê careke din hat binçavkirin, hat girtin.

Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Şirnexê Saadet Îdîn berî çend rojan li Manîsayê hatibû binçavkirin. Piştî ragirtina li Emniyetê Saadet sewqî dozgeriyê hatibû kirin û tevî daxwaza girtinê ya dozgeriyê jî dadgehê ew berda bû.

Lê belê Saadet a li ser îtiraza dozgeriyê careke din hat binçavkirin, hat girtin.

(rc)