Xebatkarê tenduristiyê hate girtin
15:17
Gulan
13
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Li Amedê xebatkarê tenduristiyê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Yezdan Burak Tekdal hate binçavkirin.
Hat zanîn ku duh di saetên beriya êvarî xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Yezdan Burak Tekdal ji aliyê polîsan ve dema ji malê derdiket hate binçavkirin. Hat zanîn ku Yezdan di Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê de dixebitî û ji bo qedexeyê ew ji aliyê Wezareta Tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatibû peywirdarkirin.
Yezdan ê hate binçavkirin birin miduriyeta polîsan ya Amedê.
(kom/rc)