5 kesên hatin binçavkirin sewkî dadgehê kirin
17:11
JINHA
MÊRDÎN - 5 kesên ku li gundên Girêmîra û Marînê ya Mêrdînê hatibûn binçavkirin bi îdîayên endamên rêxistinê ne û alîkarî dane rêxistinê sewkî dadgehê hatin kirin.
Roja 11 mehê cendirmeyan bi ser gundê Girêmîra yê Nisêbîna Mêrdînê de girtibûn û di serdegirtinê de Endamê Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Abdûlkerîm Aslan, Xebatkara Navenda Çand a Mîtaniyê Diljîn Dînç, Selman Dînç û Ridvan Aslan hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin ji aliyê cendirmeyan biribûn Miduriyeta Polîsan ya Mêrdînê. Her 5 kesên binçavkirî îro derketin pêşberî dozger. Hat zanîn ku dozgerê îfadeya 5 kesan sitendiye sewka wan ya dadgehê bi hinceta "Alîkarî dane rêxistinê û di derheqê wan de îfade kesê veşartî heye" xwest.
Tê gumankirin ku 5 kesên sewka wan hatine kirin di saetên pêş de derxin pêşberî dadger.
(kom/zt)