ROJEVA 14'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Dayika Peyam a ku di komkujiya Hewlêrê de jiyana xwe jidest dayî Mehbûbe Esedî got: "Berî Peyam biçe xwest ji bo min xelatekê bigire, ji min re kirasek kirî. Dema amadekariyê çunê dikir em li ser mijara çuna wê axivî got: 'Ez dixwazim bibim şehîda Kurdistanê.' Ez jî bi vê helwest û xebatên keça xwe serbilindim."

*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê 17'e sal pêşî niha jî bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baxçeyek ji darên fêkiyan ên cur bi cur çandin. Dayikên ku navê baxçeyî jî kirine 'Baxçê Serokatî' gotin, "Bi hatina biharê baxçê serokatî bi rengê kulîlkên xwe dora me xemilandin. Zarok jî bi kelecanek mezin li benda fêkiyên baxçê serokatî disekinin."

*Hêlîn Ebdo ya ku ji ber êrîşê çeteyan derbasî Efrînê bûye diyar kir ku ew ji bo pêdiviyên jiyanê xwe pêşwazî bike dixebite û got, "Jin di her qadê de afrînerin."

*Fatîm Kulter ya ji ber êrîşên qirkirinê ya Şirnexê, li Bajaroka Sêgirgê kon vedan û têde dijîn, ji salên 90’î heta niha 4 caran koç kirin. Fatîm da zanîn ku bi van êrîşan dixwazin gel koçî bajarên rojava bikin û got: “Em dest ji xaka xwe bernadin. Çiqas bombe bikin, çiqas bişewitînin jî em nabin Tirk.”

*Zehra Şêx ji zikmakî ve astangdarê dîtinê ye lê gerdûna wê bi hêvî û heskirin dagirtiye. Zehra stran dibêje û stran jêre dibin ronî.

*Hevseroka KCD’ê Leyla Guven têkildarî kaosa ku Tirkiye ketiyê û geşedanên siyasî de nirxandin kir û diyar kir ku bi mehan e ji ber ku gelê Kurd serî netewandiye, hewl didin bedel pê bidin dayîn û got: “Gelê Kurd teqez wê serî li dijî Qesrê netewîne. Xeyala ku serokkomar ji bo Sûrê dike wê di demeke nêz de bibe kabus.”

*Jinên Sûrê ku ev 5 mehe dibin dorpêça dewletê dene bi hatina Cejna zimanê Kurdî re bi rihê berxwedanê xwedî li ziman û Sûra xwe derketin. Dayîka Zeynep bertek nîşanê zextên li ser zimanê zikmakî kir û got, "Digotin ku eger kesên bi tirkî nizanibe nikarin li vir bijîn. Ez ev 66 sale bi tirki neaxivim û tenê bi zamanê zaza diaxivim û dijîm jî."

*Di 1. Konfiransa jinên ciwan li Başûrê Kurdistanê de biriyara bi rêxistin kirina jinên ciwan di bin navê "rêxistina jinên ciwanên şoreşger' hate avakirin û konferans di bin dirûşmeyên "Jin Jin Jiyan Azadî" û "Bê serok jiyan nebe" bi dawî bû.