ROJEVA 15'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Xwişka Ruken a ku di komkujiya Hewlêrê de hatî qetilkirin Hesîbe Heme Salih di derbarê jiyan, hêvî û xeyalên wê de axivî û got: "Pir pirtûk dixwend. Timî li wateya tiştan digeriya. Dema ku zanîngeh dixwend rojekê vegeriya malê got; 'Ya ez ji zarokatiyê ve lêdigeriyam min dît.' Ruken û jinên beşdarî nava tevgera azadiyê dibûn pêdiviya şoreşa jinan li Başurê Kurdistanê didîtin."

*Jinên bajarê Dirbêsiyê bertek nîşanî tecrîda şidandî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin, "Em vê sistema îşekencê yê ku li Îmraliyê tê pêk anîn ti car napejrînin."

*Hûnera destan ku ji dîrokê heya roja îro hebûna xwe bi kedê destê jinan didomîne, li bajarê Til Temir reng daye jiyanê. Mehdiye Mihemeda ku hunera destan dide jiyandin got, "Hestên xweşik bi rêya hûnrê tê ziman."

*Nivîskara Ferheng û Hînkerên Kurdî Ronayî Onen giringî û wateya zimanê kurdî ya di jiyana wê de nirxand û got ku parastin û pêşdebirina zimanê kurdî pirgirêka me hemû yan e.

*Berxwedana Nisêbînê di roja 63’an de berdewam dike û Nisêbiniyên ji Mêrdînê hatine bê navber geşedanan dişopînin. Şadiye Demîr diyar kir ku ew xaka xwe terk nakin û got: “Ji her tiştî agahiya me heye. Çi dikin bila bikin wê Nisêbîn qezenc bike.”