ROJEVA 16'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Dayika Avyan a ku di komkujiya Hewlêrê de hatî qetilkirin û xwişka wê diyar kirin ku Avyan û hevalên xwe li hemberî teslîmyetê li ber xwe dan û gotin: "Avyan teslîmî siyaseta xayîn ya PDK'ê nebû. Ev yek ji bo me romet û serbilindî ye. Ev nîşaneya wêye ku dubare keçên Kurd li ser xeta Zerîfe, Besê û Bêrîtanan di sekin û kesayeta xwe de xiyanet binxistin."
*Şervanên YPJ'ê nûçeyên reşkirinê yên di hin tv'yên başûr (Rûdaw tv. hwd.) de têne weşandin, derewandin û dane diyar kirin her şerveneke YPJ-YPG'ê bi dilxwaziya xwe beşdar dibe. Kesên dixwazin beşdar bibin jî tu kes nikare li pêşiya wan bibe asteng.
*Bacanê Sor- şamik ango firengî ên ku em nava rojê de dixwin, sûdê wê li gorî encamên lêkolînê ên derketine holê çine em hînbibin.
*Hanim Bîlena ku ji ber êrîşên qirkirinê a dewletê neçar maye ji Şirnexê derê, di salên 90'an de heman bûyer jiyaye. Hanim destnîşan kir ku zîhniyeta dewletê li hember gelê Kurd ji salên 90'an heya niha hemane û wiha got, "Em hizirîn ku rojên xirab li pişt me maye, lê belê wiha nebû. Di roja îro de em heman bûyeran dijîn."
*Jinên Pakîstanê li hember qedexeya reqsê ya sala 1981'an têdikoşin. Jinan diyar kirin ku ew hertim neçar dimînin ji mirovan re bêjin reqs çandeke.