'Mafê hemû zimanan heye li her deverê serbest be'

09:33

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa MAZLUMDER'a Amedê di derbarê 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Komeleya Piştgiriyê ya Ji Bo Mafê Mirovan û Mazlûman (MAZLUMDER) ê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye; "Siyasetmedar, rojnamevan û zimannasê Kurd Celadet Alî Bedirxan di hejmara pêşîn a kovara Hawarê de wiha gotiye; 'Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.' Hawar yekemîn kovara kurdî bi tîpên latînî bû. Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15ê gulana 1932'an de derket. Ji ber girîngiya wê roja destpêka weşana kovara Hawarê 15'ê Gulanê ye ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin."

Daxuyanî wiha berdewam kir; "Em dibêjin Cejna Zimanê Kurdî lê mixabin ev roj weke cejnekê nayê pîrozkirin. Lewra zimanê kurdî nezikî sed sal e ku zimanekî bindest e. Bi salên dirêj bi zimanê kurdî axaftin, xwendin û nivîsandin qedexe bû. Sal bi sal di çapana qedexekirinê de cewazî çebû. Êdî weke bere peyivîn û bi qismî xwendin û nivîsandin ne qedexe bû û zimanê kurdî li dibistanan de weke dersên hilbijartî dihat dayîn. Lê mixabin hê jî perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe ye û zarokên kurd nikarin bi zimanên xwe perwerdeya xwe bibînin. Di van çaxan de rewşeke wiha şerm e û nayê pejirandinê jî. Ji ber van tiştan meriv nikare ji îro re bibêje cejn. Van rojan ji bo me tene rojên têkoşînên zimanê ne.

Xwedê Teala di Qur'ana Pîroz de dibêje: ' …newekhevbûna ziman û rengên we bi beratên şîn û hêz û hebûna Xwedê ne.' (Rûm-22) Em di vî ayetê de jî dibînin ku zimanên me xwediyê rûmet û hurmet in û ber bi wan ve tu qedexekirin jî nayê qebûl kirin. Di serî de jî qedexekirina perwerdeya zimanê zikmakî tê.

Em di vî Cejna Zimanê Kurdî de weke Şaxa Komeleya Piştgiriyê ya Ji Bo Mafê Mirovan û Mazlûman a Amedê dibêjin ku mafê her zimanê heye li her derê serbest be û zimanê kurdî jî ji aliyê Kurdan ve bi dilê rehet bê şixulandin û li ser wê jî tu qedexekirin neyê danîn. Zarokên Kurd bi zimanên xwe perwerdeya xwe bibînin ku zimanekî yanî ji ayetekî Xwedê Teala winda nebe."

(zt)