'Li hemberî darbeyê bi înad emê derkevin qadan'

15:23

JINHA

EDENE - Li Edeneyê di çalakiyên şermezarkirina arasteyî destnedayîna parlementerên HDP'î bangî AKP'ê û Qesrê kirin û gotin, "Dest nede parlementerê min."

Pêşnûmaya bo betalkirina destnedayîna parlementerên HDP'î ya ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve bo meclîsê hat şandin, li Edeneyê ji aliyê partiyîyan ve hat şermezarkirin. Rêxistina HDP'ê ya Bajêr bi şîara "Dest nede îradeya min" çalakiya şermezarkirinê li Praka Înonuyê li dar xist û partiyiên beşdarî çalakiyê bûn pankaratên "Dest nede îradeya min" û "Dest nede parlementerê min" vekirin û dovîzên li ser "Na" nivîsandî hilgirtin.

Di çalakiya ku dirûşmeyên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "AKP dest nede îradeya min" hatin berzkirin de, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulseren Tûral axivî û diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê Qesir ji bo rejîma serokatiyê pêk bîne êrîşî îradeya gel kiriye. Gulseren got, divê hemû gel li hemberî vê pêvajoya darbeyî rawestin, li ber xwe bidin û wiha got "Pêvajoya niha bi îradeya gel berterefkirina darbeyê ye."

Gulseren bang li her kesî kir da li hemberî darbeyê beşdarî çalakiyan bibin û wiha got, "Em bang li hemû kesên ehlê edlate, aşitî, demokrasî û azadiyê ne dikin da li gel vê berxwedana me yî demokratîk bibin."

Piştî daxuyaniyê 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê dest pê kir.

(zt)