ROJEVA 17'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer bûyera teqîna li Qamişlo wek bêtehemuliya li beramberî vîna gel pênase kir û da zanîn ku divê gel li beramberî her cure êrîşan xwe û sîstema xwe biparêze.
*Sûrên Amedê ya ku 9 hezar sal paşeroja wê heye û Keleha Enqereyê ya tê gotin Beriya Zayînê ji sedsala 2’emîn maye, ji aliyê dewletê ve bi hinceta veguhestina bajarvaniyê, tê hilweşandin û wêrankirin.
*Jinên Geverê yên di dema qedexeya derketina kolanan û êrîşan de ji aliyê hêzên dewletê ve bi zorê ji malên wan hatîn derxistin û koçî Colemêrgê bûyîn gotin: "Bi tang û topên xwe avahiyên me dişewitinin û xira dikin. Em êdî dixwazin biçin Geverê ser axa xwe bila dewlet tang û topên xwe ser axa me bikêşe. Emê vegerin Gevera xwe ji nû ve avabikin."
*Jinên bajarê Girkê Legê ji bo pêşxistina aboriya komînal û vala derxistina ambargoya li ser herêmê di serayan de çandiniyê komînal pêk tînin. Jinên kedkar armanc û encamên vê xebata xwe anîn ziman.
*Navenda Şêwirmendiya Jinê a Nahir ya ku di binesaziya Seroktiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 8 heyvin derfetê spor kirinê ji bo jinan avakiriye. Jinên ku li navenda jinê sporê dikin, diyar kirin ku bi sporê re baweriya wan zêde dibe û gotin ew bi sekna xwe nîşan dane ku spor ne tenê yê mêra ye."
* Ji ber sedema zîhniyeta serdest ya mêr mafê jiyanê yên kesên LGBTÎ tine tê hesibandin. Aktîvîsta LGBTÎ ya Hêvî Avdil Kaya diyar kir ku taransfobî û homofobî bi nîjadperestiyê re hemane û got: “Ji bo jin û LGBTÎ’yan parastina cewherî girînge. Niha li Kurdistanê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr parastineke cewherî ya tê dayîn heye.”
*Endama YAJK'ê Hatice Guven (Hêlîn) ya ku di Komkujiya Hewlêrê de hatî qetilkirin, li gel xwişka xwe di heman rêyê bêmirinbûn. 19 salin malbat li peyî cenazê du xwişkan digerin.
*Li Erdîşê wek her sal îsal jî, masiyên Wanê ji bo xwe zêde bikin ji ava sodayê ya gola Wanê berê xwe didin ava şêrîn. Têkoşîna masiyan yê bi avêre hêjayê dîtinê ye.
*Sunay Sari û Leyla Tunç ku bi cihên xwarinê ya vekirine cesaretê didin gelek jinan, diyar kirin ku dema ku dibînin jin dixebitin kêfxweş dibin. Her wiha jinan diyar kirin ku bi jinên ku ligel wan dixebitin re ne tenê têkiliya kar, gelek derdên xwe jî bi hev re parve dikin, ji hev re dibin alîkar.