ROJEVA 18'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Enes Ata yê 7 salî ku li Amedê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. 10 sal şûndejî li Sîlopiyê Enes Erdem di encama teqînê de kî jiyana xwe ji dest da. Enesê Amedî ji bo bîhna dayika wî jê dihat diçû cem xaltîka xwe hat qetilkirin. Enesê Sîlopiyê jî li navçeya ku pêkanînên OHAL’ê dihat jiyîn, dema li kolanê dilîst hat qetilkirin.

*Li gundê Dîzê xarinên xwezayî li ser kozên agirê daran tên kelandin û pijandin, ji bo wê jî tama wan cudaye.

*Jinên li Dadgeha Civakî ya bajarê Qamişlo yê, bêhuqûqiya dewleta Tirkiyê ku niha êrîşên dijwar li ser Nisêbînê pêk tîne, nirxandin.

*Xizmên girtiyên siyasî yên li girtîgeha Oltuyê, diyar kirin ku ji ber ku girtî ketine greva birçîbûnê îşkence lê hatine kirin û surgunkirin.

*Endamên Heyva Sor a Kurd ya bajarê Til Temir, êrîşên ku li ser taxa Şêx Meqsûd ji hêla opozisyona Sûriyê ku ENKS'ê jî di nav de ye tên kirin, bi tundî şermezar kirin û gotin, "Ên li hember hovîtiyê tê pêk anîn bê deng bibin ew jî hevkarê vê tewanê ne."

*Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê parêzer Meral Daniş Beştaş tecrîda girankirî ya li ser Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Êdî rakirina tecrîdê têr nake divê Birêz Ocalan demildest bigihêje azadiya xwe. Ev biryareke siyasiye, ev tecrîd tenê Birêz Ocalan tecrîd nake, ji bo hemû gelê Kurd xetereya tecrîdê ye.”

*Jinên Nisêbînî ên ku neçar mane ji ber êrîşên giran yê dewletê û 'qedexeyê derketinê' koçî Qoserê bikin diyar kirin ku ew ê tu car dev ji axê xwe bernedin û gotin, "Bila bêhna Nisêbînê hebe ew jî bese. Em ê kon vedin û bijîn."

* Çaglar Demirel diyar kir ku bi teklîfa ji bo pêşîlêigrtina siyaseta temokratîk 'Divê destnedan bê rakirin' AKP hewil dide ne tenê êrîşî vna jinên nava HDP'ê, hemû jinên deng dane HDP'ê bike. Çaglar da zanîn ku wan li Silopî û Cizîrê li ber xwe dan, dê li parlementoyê jî li ber xwe bidin.

*Li gorî lêkolîna dawî, yek ji herêmên Kanadayê ku ji çar vîlayetan pêk tê, çandinî bi pêşengiya jinan tê rêvebirin.