Ji bo girtina cenazê zarokê xwe malbat 9 mehe li devê morgane
09:50
JINHA
MÊRDÎN - Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdurrahman Akçîn (Erdal Reşo) yê ku di bombardimana di 16-17'ê îlona 2015'an tevlî 3 HPG'iyan jiyana xwe ji dest da nadin malbatê.
Cenazeyê Abdurrahman Akçîn (Erdal Reşo) yê ku di bombardimana 16-17 îlona 2015'an de tevlî 3 HPG'iyên ku fermandarê HPG'ê Îsmaîl Aydemîr (Baran Dersim) jî di nava wan de bûn jiyana xwe ji dest da, 9 meh in nadin malbatê. Tevlî ku ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya Akçîn hatiye aşkerekirin û cenazeyên din hatine veşartin jî, cenazeyê Akçîn li Morga Nexweşxaneya Xarpetê tê girtin. Hat zanîn ku dozgerê komarê yê Xarpetê ji malbata Akçîn re gotiye 'Ez mînakên DNA'yê naşînim stenbolê' jî piştî vê gotina wî mînakên DNA'yê şandin Saziya Edlî ya Tip'ê a Stenbolê û 9 meh in îşkence û şînê bi malbata Akçîn re didin kişandin.
Çi bibû?
Gerîlayên HPG'ê Abdurrahman Akçîn (Erdal Reşo), Îsmaîl Aydemîr (Baran Dersim), Resul Balikçi (Cîlo) û Sedat Arslan (Botan) di bombardimana artêşa tirk ya li çoltera Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî buyerê cenazeyên Aydemîr, Balikçi û Arslan ji aliyê malbatan hatin teşhîskirin û li welatên wan spartibûn axê. Tevlî ku HPG'ê nasnameya 4 gerîlayan aşkera kir û malbatê cenazeyê Akçîn teşhîs kir jî cenazeyê Akçîn 9 meh in nayê dayîn. Birayê Abdurrahman Akçîn (Erdal Reşo) Ahmet Akçîn bertek nîşanî helwesta dozger û dewletê da û bang li rayedaran kir ku demildest cenazeyên wan bidin wan.
(kom/zt)