Li Êlihê mirina du jinan a bi guman

13:52

JINHA

ÊLIH - Li Êlihê du jinên bi çekê jiyana xwe jidestdan, tê îdakirin xwe întîxar kirine.

Li taxa Korikê a Êlihê tê îdakirin ku Seval Tuç (16) bi guleyê jiyana xwe jidest daye. Li gorî agahiyan Şeval duh bi şev bi ambulansê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Êlihê, lê tevî hemu mudaxaleyan Şeval jiyana xwe jidestda. Hat zanîn Şeval berî niha bi 3 heyvan hatiye zewicandin û ducaniye.

Li taxa Tirmercê ya Êlihê hat îdakirin ku Gulsum Demirbilek jî dawî li jiyana xwe aniye. Gulsum (20) dayika du zarokane û duh bi ambulansê rakirin Nexweşxana Dewletê. Gulsum tevî hemu mudaxaleya jiyana xwe ji destda.

(dt/zt)