Li Taxên Şirnexê şer giranbû
16:36
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê bi êrîşên obusan ve li 4 taxan pevçûnên dijwar diqewimin, li malên ku hatine şewitandin dû bilind dibe.
Li Şirnexa ku di 14'ê Adarê de qedexe hate îlankirin li dijî êrîşan berxwedana gel didome. Pevçûn li 4 taxan zêdetir bûye. Di saetên nîvro de wesayîtên zirxî yên li riya Cizîrê hatine bicihkirin taxa Yenîmahalleyê bombebaran kirin. Nêzî saetkî bombebaran hate kirin û gelek mal hatin xirakirin. Piştî bombebaranê hêzên dewletê xwestin bikevin taxê lê endamên YPS û YPS-JIN'ê besiv dan, pevçûnên dijwar diqewime.
Li taxeke din a ku pevçûn diqewimin jî taxa Bahçelîevlerê ye. Ji Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê tax bênavber tê bombebarankirin. Li derûdora Navenda Venêrînê ya Riyên Bejahiyê pevçûn bi rojan e didome, hêzên dewletê yên nikarin bikevin taxan yek bi yek malan xira dikin û hewl didin pêş ve biçin. Li qadê gelek mal ji aliyê tîmên taybet ve bi teqemeniyan ve hatin teqandin. Li dora taxê pevçûn didomin.
Lİ taxa Îsmetpaşa ya ku çapemeniya hewzê dibêje "hate paqijkirin" jî pevçûnên dijwar di navbera hêzên dewletê û endamên YPS/YP-JIN'ê de diqewimin. Li dijî taxê bi obusan êrîş tê kirin ji ber şewatê dûyên raş li asîmanên bajar belav bûye.
Li taxa Cumhuriyetê jî dengê çekan tê.
Li gelek noqteyên bajar pevçûn û bombebaran didome.
(kom/zt)