ROJEVA 19'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Ji bo pêşangeha wêneya ya ku ji jiyana kesên LGBTÎ’î beşan wê pêşkêş bike, serlêdanan dest pê kir. Ji berpirsên projeyê Damla Atak got: “Em bi xebata ku dikin, armanc dikin dîtina LGBTÎ’iyan hinekî zêde bibe.”

*Berdevka Taybet a Mafên Gelê Herêmî ya NY’ê Vîctoria Taulî-Corpuz û ji Saziya Bîyên Gûatemalê ya Navneteweyî Rosalîna Tuyuc balkişandin ser pirsgirêkên jinên li herêmên şer û gotin divê tedbîrên pêwist bên girtin.

*Ligorî lêkolînvanên tendûristiyê tê gotin ku, heke mirov belga tûya şîrîn, belga tirî, belga hejîra reş, bi ava baranê bikelîne û porê xwe xe, wê porê mirov reş be. Her wiha tûspî û tûreşk ji bo gelek nexweşiyan dibe derman.

*Keça Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel Jiyan Yuksel dayîka xwe wiha vegot: "Dayika min jinek bihêzbû. Dexwest ez jî bihêzbim. Ji bo min digot; 'Ez ji bo te şer dikim. Ji bo jinên wek te bihêz bin şer dikim."

*Remziye Bora ku di 19’ê Nîsanê de li taxa Xaçortê Rêya Armûşê ji aliyê polîsan ve bi giranî hatibû birîndar kirin, piştî têkoşîna jiyanê a 27 rojan jiyana xwe ji dest da. Cîranên Remziye qala jiyan û xeyalên wê kirin.

*Her bihost û kolanek ji bajarê Qamişlo di nava xwe de çîrok û dîrokeke giranbûha dihewîne. Bêhna keda destê dayikan bilind dibe û me dikşîne nava xwe. Dayê Letîfe Hisên Xelîl jî mînaka vê keda binirxe.

*Parêzer Ruşen Seydoglu Ayyildiz bi projeya xwe ya 'Nivîsa hiqûqî ya Femîne' hêjayê xelatê hat dîtin û xelata xwe diyariyê jinên ku hatin qetilkirin û bedena wan hat teşîrkirinê, kir. Ruşenê diyar kir ku têkoşîna jinê bi her alî û li her derê bi awayekî aktîf tê berdewam kirin û min xwest ez vê di alî jinên Kurd de bînim ziman."

*Niştecihên Sûrê piştî daxuyaniya 'operasyon bi dawî bû' ne derketina polîsan heya niha ji Sûrê nirxandin û gotin dewlet li Sûrê pay xezîneyan e. Jina bi navê Raîfe qala gotûbêjê ku polîsan ligel xalê wê kiriye kir û wiha got, "Polîsan xalê min girtin û birin kolana ku lê dikan heyî. Jê pirsa 'xezîne li kure? pirsîne. Xalê min jî diyar kiriye ku hayê wî ji xezîne tuneye. Li ser vê yekê polîsan vê carê gef li xalê min xarin û bi tehdîdan gotin "Cihê xezînê nîşanî me bike."