Polîsên ku gule li jinên Sûriyê reşandî zarokek qetilkirin

09:49

JINHA

STENBOL - Li Bagcilarê polîsên ku gule li jinên Sûriyê reşandine, zarokek qetil kirin.

Li Taxa Gûneşlî a navçeya Bagcilara Stenbolê polîsan zarokek Sûriyê qetil kir. Zarok û jinên ku li Qada Gûneşliyê gava ku parsîtiyê dikirin, polîsan gule li wan reşand. Di encamê gulebaranê de zarokek jiyana xwe ji dest da û zarokek jî birîndar bû.

Şahîdên bûyerê diyar kirin ku polîsan bi yek carê gule reşandiye wan û gotin ne hêştine ku kes li cihê bûyerê bê gel hev.

(rc)