Li Girê Spî wesayîtek bombebarkirî teqî
13:08
JINHA
GIRÊ SPÎ – Li bajarê Girê Spî, wesayîtek bombebarkirî teqiya. Di encamê de welatiyek û 2 zarok bi giranî birîndar bûn.
Wesayîtek bombebarkirî li bajarê Girê Spî teqiya. Welatiyê bi navê Serkîs Kîforkiyan ku şahidê bûyerê bû diyar kir ku welatiyê bi navê Harût Matosiyan serê sibehê hatiye cem wî û xwestiya ku wesayîta xwe temîr bike. Lê belê, di wesayîtê de bombeyek hatibû bicihkirin û dema ku wî hewl dida temîr bike, wesayît teqiya.
Di encama teqînê ku li nêzî nexweşxaneyê niştimanî ya bajar pêk hat de, xwediyê wesayîtê yê bi navê Harût ê (45), Imad Cuma El-Hebeş (13) û Macid El-Fenûş (15) bi giranî birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Emel a Kobanê.
(dt/rc)