Parlementera Colemêrgê Selma Irmak ji bo Parlementoyê pirsname şand

17:18

JINHA

COLEMÊRG - Parlementera HDP'ê Selma Irmak der barê xwendekara bi Navê Pinar Çetinkaya ku, ji ber bi malbata xwe re kurdî axiftibû ji wargeha xwendekaren de hati derxistin, ji parlementoyê re pirsname şand.

Li navçeya Nazlliya Aydinê xwendekara Zanîngeha Adnan Menderes Pinar Çetinkaya ya 20 salî, ji ber bi malbata xwe re yên ku tirkî nizanin re bi telefonê kurdî peyiviye bi îddîaya ku 'propagandayê terorê dike' ji wargeha xwendekaran ku lê dima hat avêtin. Têkîldarê mijarê Parlementera Colemêrgê ya HDP'ê Selma Irmak pirsname amede kir. Selma diyar kir ku ji ber ku Pinar bi malbata xwe ya ku Tirkî nezane re Kurdî peyiviye re axiviye ji Wargeha Xwendekaran a bipere hatî derxistin û wiha got, " Pinar ji ber ku ji malbata xwe re Kurdî dipeyivî bi hinceta "Propagandaya Rêxistinê" kiriye ji Wargeha Xwendekaran bê perede hat derxistin. Her wiha bursa wê ji hatiye qut kirin. Her wiha di navçeya Nazili ji aliyê wargeha Leşkerîyê hatiye binçav kirin pişti ifadeyê Pinar hatiye berdan."

Selma di pirsnamê de ji Parlementoya ev pirs kirin:

*Hûn ji maxduriyeta Pinar Çetinkaya yê re agahdarin?

*Bursa Pinarê hatiye qut kirin her wiha ji wargeha xwendekaran a bipere ve hatiye derxistin sedemê vê çiye?

*Hêj ku îfadeyê Pinarê ne wergirtin ji wargeha xwendekaren de hatiye derxistin ev yeke raste?

*Li Tirkiyê kesên ku Zimanê Dayikê diaxivin sucdare? Pinar bi şikayeta Hevalê xwe re hat derxistin ev nayê wê wateyê ku saziyên Dewletê din av mirovan de nijadperestiyê dike?

*Di pêvajoya dawi de xwendekarên ku li Rojavayê Tirkiyê dixwinin tên linç kirin ji bo vê yekê we ewlehî girtiye?

* Kurdî axiftin wekî "Propagandaya Rêxistinê " tê nirxandin ?

*TRT Kurdî û Endûstiya zimanê dijin û Kurdi ji niha zimanek hilbijêr de cih digere û di dibistanan de tê dîtin hûn di vê pêvajoyê de vê bûyerê çawa dinirxinin?

(zyd/rc)