Kongreya Star serdana navenda jinan ya MSD'ê kir
18:13
JINHA
QAMIŞLO - Kongreya Star di çarçoveya kar û xebatê xwe de û ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera saziyên wan û MSD'ê de serdana Navenda MSD kirin.
Rêvebera Kongreya Star Evîn Siwêd û cîgira wê Welîde Botî bi armanca bi hêzkirina têkiliyan serdana navenda rêveberên jin yê MSD'ê kirin. Di hevdîtinê de li ser girîngiya xebatên jinan nirxandin hatin kirin û ji bo pêşxistina asta jinê di Rojavayê Kurdistanê de giringiya hevbeşiya xebatê di nava hemû saziyan jinan de hate ziman. Her wiha bal hate kişandin li ser pêşengiya MSD'ê di avakirina yekîtiya hemû jinên Sûriyê û avakirina civakeke demokratîk û azad de.
Di dawiya serdanê de herdû aliyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û dan zanîn ku ji vir û şûnde ew ê danûstandinên di navbera herdû saziyan de hîn xurtir bibe.
(lç/rc)