ROJEVA 20'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Rêvebera Mala Jinê ya bajarê Qamişlo Îlhem Omer têkîldarê xebatên xwe yê mehekê de nirxandin kir û got, "Me ji roja dest pê kê heya niha hejmarek pir mezin pirsgirêkên jinan çareser kiriye, di vê mehê de jî ji 22 pirsgirêkan re çareserî hate dîtin."
*Li hember ambargoya ser herêma Efrînê jinên ku ji Taxa Şêx Meqsûd derbasî navçeya Mabeta bûne dest bi çandiniyê kirin û diyar kirin ku ew ê bi çandina sebzeyan wê pêdiviyên xwe ya jiyanê pêşwazî bikin.
*Li taxa Alipaşa ya Surê çêkirina qereqolan berdewan dike. Di nava taxê de polîs bi kekan wan bixapînin. Ev nêzîkatiyên polîsan ên li gel zarokan welatiyên taxê aciz dikin. Zaroka bi navê A. (11) got: "Em ne kekên polîsan taxa xwe dixwazin."
*Jinên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ajokerin, pêşdaraziyên civaka berê jîndar dikin. Jinên ajoker gotin: "Ajokarî ne karê hêzêye, cesaret lazime. " Jinê ajokar ji bo ajokariyê bang li jinan kirin.
*Kampanya îmzayan ji bo rakirina lêpirsina li ser kedkarên perwerdihiyê ên ku ji bo rawestandina êrîş û qetliamên li Kurdistanê tên meşandin di 29'ê Qanûn de dest bi çalakiya birçûbûnê kiribûn, bi baş ve bê kişandin berdewam dike. Endama Meclîsa Jinan ya Egîtîm Senê ya Amedê Ebru Kaymak Oztrk ji bo lêpirsin bi başve bê kişandin bangawazî kir.
*Şirnexiyên ku ji ber êrîş û qetliamê hêzên dewletê ji taxên xwe koçkirine, li hemberî qalaya Şirnaxê di konan de jiyana xwe berdewam dikin. Şirnexiyan destnîşan kirin ku wek Êzidiyên ji Şengalê dûr hatin xistin ji mal û taxên xwe penaber bûne.
*Yalda Abbasî ku bi hunera xwe di têkoşîna Kurdan de enî da qezenckirin got: “Gerîlayên jin şer dikin. Ez jî bi hunera xwe destekê didim wan. Ez şerê xwe wisa didim. Ez têkoşîna xwe bi hunerê didim.”
*Teslîma Guler ya li navçeya Kirkagaç taxa Bakir ji aliyê hevjînê xwe hat qetilkirin, hevjînê Mehmet Guler rastî cezayê muebetê hat. Keça Teslîmeyê Cemîle Demîrkan beriya dozê axivî û got: “Ez ji kesekî wisa re nabêjim bav. Ez naxwazim ew ti car ji girtîgehê derkeve.”
* Li Farqînê ev 12 rojin qedexeya derketina derve hat rakirin lê pêkanînên rêveberiya teng di dewrê de ye. Li navçeyê polîs bi şev û roj digerin û bi awayekî keyfî welatiyan lêgerîn dike. Bi şev guleyan berdidin hewayê û mudaxaleyê derketina gel a şaneşînê jî dikin.
*Jinên di koma kampanye ya '#Hevgirtina Jinan a li dijî şer û şidetê', ji bo avakirina 'pira xwişkan' ji Enqerê heya Kurdistanê li benda alîkariyê ne gotin: "Bi armanca li hemberî deshilata, li gel hejaranbûyîn û bertekên jinan dayîna nîşandan me dest bi vê kampanya yê kiriye."