ROJEVA 21'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Secûre Silo di asta eşqê de ji stran û hozantiyê hez dike û bi vê sewdaseriyê jî stranên herî xweş gotiye.

*Jinên Ceyhanê erêkirina destdayîna Parlementerên HDP'ê û guhertina zagonên bingehîn nirxandin û wiha gotin, "Hûnê nekaribin vîna gel teslîm bigrin."

*Ji bo Demeta ku li dijî mêrê ku êrîşê wê kir parastina cewherî kir, daxistina rewşa baş û tahrîka giran pêk hat û pêvajoya di girtîgehê de bimîne daket 16 mehî. Parêzerê Demetê Cîhan Ulsen her çiqas ji biryarê razî be jî dozger gotinên Demetê esas negirt û got ew ‘parastina cewherî’ nabîne.

* Rêvebera HPC-JIN ya Kantona Efrînê Roza Hesen qala girîngiya parastina jinan kir û got, "Ji bo avakirina civakeke demokatîk û azad, jineke azad hewce dike."

*Sevîl Çoban ya li Defterdariya Stenbolê dixebitî, ji aliyê amîrê ku pê re dixebitî Mehmet Yeryuk ve bi salan rastî mobbîngê hat. Sevîl da zanîn ku mobîn êrîşeke li dijî nasnameya jinê ye û got: “Hevalên min yên jin li hundir bi heman pêkanînê re rû bi rû ne.”

* Kooperatîfa Tîrêjên Hêvî ya Jinan ji ber qedexeya li ser Sûrê 7 heyvin xebatê xwe di cih de rêve nedibir, li 2. Fuara Pirtûkên Amedê standa xwe vekir.

*Azize Albaydanci ya ku ji ber êrîşên giran yê li ser Sûrê di roja 26'ê ya qedexe derketiye got, "Li gel ku tiştek nîne jî qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Ev yek dide diyar kirin ku xendek ne meseleye. Hendek hincet bû. Hêzên dewletê bêy ku bêjin zarok û pîr êrîş kirin. Her ku êrîş dikirin kevir bi ser mede dihat xarê."

*Endama Konseya Rêveberiya KJK'ê Esma Semsur diyar kir ku li Rojava-Bakurê Suriye Perlaga Federaliya Demokratîk pergalek xwe dispêre hêza jinê û got: "Ji bo wê jî bi vîn, hişmendî û biryardarî tevlîbûna jinan mijarek stratejîke. Ez bang li hemû jinan dikim ku bi rêxistina xwe ya cewherî û vîna xwe ji bo guherîn û avakirina civakê hîn zêdetir xwe bihêz tevlîbikin."