Li ser benda kontrolê ya gundê Aliya teqîn
17:01
Gulan
21
/ 2016
JINHA
TIL TEMIR– Li ser benda kontrolê ya gundê Aliya bi wesayîtek bombebarkirî êrîşa bombeyî pêk hat. Hat hînbûn ku di encamê teqînê de birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane hene.
Li gorî agahiyên nûçegîhanê ANHA’yê ji herêmê ragîhandine, benda Asayîşê ya gundê Aliya ku dikeve 10 kîlometreyan rojavayê bajarê Til Temir rastî êrîşa bi tirmpêla bombebarkirî hat. Hate gotin ku di encama êrîşê de qurbanî û birîndar hene.
Lê derbarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ango birîndar bûne agahiyên zelal ne hatine bi dest xistin./..
(rc)