ROJEVA 22'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Aktîvîsta rêxistinên jinan Esma Xoresan di derbarê rewşa ku niha jin li Îranê dijîn de wiha got: "Ger jin di qada siyasî de xwe pêş nexe û ji siyasetê tênegihîje, nikarin ji rewşa heyî xwe rizgar bikin. Ji ber Îran pir ji jin û hêzê jinê ditirse. Hêza jinan pir zêde ye, dikare di hemû qadên civakê de bi awayek aktîf xwe rêxistin bike. Lewma ji bo ev tişt pêş nekeve, bi pêş xistinên bê exlaqî dixwaze civak û jinê weke amûrekê ji xwe re bixebitîne."
*Li Kantona Efrînê Şervîn Elo (19) ya astengdar wêne ji xwe re kiriye deng û peyv ji ber vê tevahî astengiyên li pêşiyê xwe daniye aliyek û wêne xêzdike.
* Welatiyên Ermenî yên li Gêla Amedê dijîn, daxwaz dikin ku dêra ku di nava kavîlan de maye bê restorekirin û dixwazin bi awayekî rehet îbadeta xwe bikin.
*Cîgira hevseroka Kongreya Star ya bajarê Til Temir Gulîxan Tahir berxwedana Bakûrê Kurdistanê yê li hember êrîşan û binçavkirina rojnamevanên Kurd nirxand.
*Ji ber êrîşa ser DBP'a Çinarê hatibû kirin dirungeha Besnayê jî ziyanek mezin dîtibû. Besna ya ku ji ber ziyana gihayî cihê karê wê nikare bixebite li benda şêwirmendiya jinane.
*Jinên ku ji Girtîgiha Karataşê surgunî Girtîgiha Tarsusê hatin kirin rastî sepandinên dermirovî tên. Jinên girtîgihê neçar dimenin bi kêzikan re jiyan bikin û nayên derman kirin. Jin nikarin pirtuk û kovarên ji wan re tên şandin jî bigrin.
*Dê bi pêşengiya KCD û HDP'ê bi diruşma 'Li hember darbeyê berxwedana demokratîk' li Kurdistan û metrapolên Tirkiyê dest bi hevdîtinên gel û mitîngah bê kirin. Em libendêne ku mitînga me ya Amedê bi tevlîbûnek zêde û kelecan derbasbibe."