Cenazeyên endamê YPS'ê Şehmus û Agît hate teşhîskirin
11:16
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên endamên YPS'ê Şehmus Olcan û Agît Saltik yên di berxwedana rêveberiya xweser ya Şirnex'ê de jiyana xwe ji dest dayîn, ji aliyê malbata wan ve hate teşhîskirin.
Cenazeyên endamên YPS'ê Şehmus Olcan û Agît Saltik yên di berxwedana rêveberiya xweser ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayîn û rojane di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de tên rawestandin, ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin. Cenazeyên Şehmus û Agît piştî kar û barên fermî yên li Dozgeriya Şirnexê, dê li goristana gundê Avgamasiya were defin kirin.
Di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de 2 jê HPG'yî bigiştî 12 cenaze tên rawestandin.
(kom/ozp/zt)