ROJEVA 23'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Endama MYK ya DBP'ê Fatma Gul di derbarê 4'emîn kongreya DBP'ê ya ku dê di 28'ê gulanê de bêlidarxistin de wiha got: "Dema ku mirov hem li tevgera siyasî û hem jî li kevneşopiya partiyê dinêre ticarî bê alternatîf nemaye. Dê binçavkirin û girtin nikarin me bide sekinandin. Li gel hemû sepandinên natîdemokratîk jî em bê alternatîf nemane. Emê bi tevlîbûnek girseyî kongreya xwe lidarbixin."

* Li Nisêbînê berxwedan li hember êrîşan di roja 71'an de berdewam dike. Êrîş û komkujiyên ku li Nisêbînê pêk tên rastî berteka jinên Qoserê hat. Jinên Qoserê diyar kirin ku mafê tevahî mirovahiyê ya parastinê heye û gotin gelê Nisêbînê ji bo mafê xwe têdikoşe.

* Rêvebera Kongra Star Ronahî Til Temir têkoşîna jina Kurd wek rêwitiya azadiyê nirxand û got "Di bingeha şer û pevçûnên dîroka mirovatiyê de, bi piranî armanc bidestxistina azadiyê heye, îro jî rêwiya azadiyê jina Kurd e."

*Jin bi afirêneriya xwe taybetmendiyên civaka xwezayî diparêzin, ev yek herî bêtir jî bi ked û xwezayîbûna şivanên jin tê dîtin. Şivanên jin ev karê xwe yê tejî hezkirin û zehmetî ji me re vegotin.

*Ji jinên Çewlîgê Şefîka Ay bertek nîşanî îstîsmarên zayendî ên ku di demên dawî de zêde bûne û got, "Zarokên biçûk çewan vê rastiyê bipejrînin. Êdî li hember îstîsmaran divê rabin ser piyan."