ROJEVA 24'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinan bertek nîşanê êrîşa polîsan a li dijî dîroka hezar salî Bircan a li Sûrê û gotin: “Çav berdan dîroka me. Bila destê xwe ji Sûrên me bikişînin.”
*Hevseroka Encûmana Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa têkîldarê pêvajoya dawî nirxandin kir û got ji ber ew xwedî proje, artêş û pergalek demokratîkin, dê li hember her cure êrîş bi ser bikevin.
*Xwişka Sibel Çapraz ya ku li Geverê di gulebarana wesayîtên zirxî de giran birîndarbûyî, paşê hatî girtin û birîn Girtîgeha Sergirtiya Jinan a Bakirkoyê Kendi Çapraz girêdayî tenduristiya xwişka xwe agahî da û got: "Dema ku em Sibel li wê dibînin, em ji mirovbûna xwe şerm dikin. Sibel girtiyek birîndare, ev bêmafiye."
*Pinara di şeva xwe ya dawî de got ‘bîhna guleyê xwe li bedena min pêça’ û ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin, bebika biçûk Avşîn ji stranên kurdî yên dayika wê bêpar hişt.
* Girdayî rakirina destnedana parlementerên HDP'ê jinên Îzmîrê gotin: "Li welatê me qala demokrasî kirinê zorbû, niha bi tevahî ji holê rabû."
*Eylem Gorguyê ji depoya Şîrketa AVON'ê yê Kozmetîk hatî derxistin got, "Fabrîqa ji bo derve îmaja 'jin ji bo me bi nirxe dide' lê li kargehê karker weke koleyan didin xebitandin. Em ne kole ne karker in."
*Koma Voleybol ya Jinên Amedsporê ji bo demsalek din amedekariyê xwe dikin. Ekîba ku ji bo Şampiyoniya Tirkiyê dê biçin Îzmîrê, tenê armanca wan serkeftine.