ROJEVA 25'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Japonyayê di dema 2’emîn Şerê Cîhanê de 40 hezar jin û zarokên keç revandibû û ji aliyê leşkerên Japon ve rastî tecawizê hatibûn.Têkildarî bûyera ku bi vegotinên jinan derket holê de, tê payîn ku hikûmeta Japonyayê lêborînê bixwaze.

*Li Parlementoyê bi rakirina destnedana parlementerên HDP'ê re jinên Colemêrgê bertek nîşandan û diyar kirin ku hikumetê derbe li vîna gelê kurd da û gotin: "Emê li hember darbeyê her dem li serpiyabin."

*Zarokên Kobanê ên ku piştî betlaneyên dibistanan jî eleqeyek mezin nîşanî xwendin û nivîsa Kurdî didin, kolan ji bo xwe kirine dibistan.

*Xizanî jî li gorî zayenda civakî cuda dibe û di vê esasê de herî zêde bandor li ser jinê dikir. Bi vê dosyayê re em ji ‘întîxareke mirovan xemgîn dike’ ya di çapemeniyê de derketiye, derdikevin rê û di xizaniyê de jinê û sedemên berbi întîxarê dibin, digirin dest. Çapemeniyê xizanî û sedemên li pişt xizaniyê, kêmasiyên dewleta civakî, torên piştevaniya civakî ku piranî pê serbilindî çêdibe, piştguh kir û bi sernavê ‘dawiya bi êş’ tine dike.
Qeyda Hiş, di meha Adarê de ji çîroka Emîne Akçay derdikeve rê û xizanî û întîxarên jinan lêkolîn kir. Qeyda Hiş ku divê bandora xizaniyê ya li lser zayenda civakî lêkolîn kir û li ser întîxarên jinan sekinî.

*Endama OGK'ê Ayşe Esmer bertek nîşanî TDK'yê da û wiha got, "Li hember zimanê we yê zayendîperest em têdikoşin. Divê TDK'ê baş zanibe ên qirêj ne emin zîhniyeta wan e."

*Li Kurdistanê ji ber şerên kut ê jiyîn, zarokên bi malbatên xwe re neçar dimînin koç bikin, ji qadên jiyan û lîstikan tên qûtkirin û din ava avahiyên beton de tengezar dibin. Zarokan diyar kirin ku di TOKÎ’yan de ne kêfxweşin û gotin ew dixwazin di xwezayê de bi awayekî azad bijîn.

*Rojnamevan û wergervan Narîn Çapan a ku li Ferqînê bi îddîayê "endama rêxistinê ye" û "propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin û tê darizandin, rûniştina dest pêk sibê dê were dîtin.

*Ji jinên Surê yên bi tehdîdên weke "Yan hunê derkevin yan jî emê we bikujin" ji malên xwe derketine Belkisa dixwaze mala xwe û taxa xwe ya hîna 'qedexe ye' bibîne. Belkisa diyar kir ku ewê ticarî zilam li wan hatî ji bîr neke û çîdibe bila bibe dê biçe mala xwe.