30 kesên di mitînga Qoserê de binçavkirin serbest hatin berdan

09:09

JINHA

MÊRDÎN - 30 kesên ku piştî êrîşa polîsan ya li hemberî mitînga "Li hemberî darbeyê hatina cem hev ya demokratîk a gel" ya Qoserê hatibun binçavkirin, piştî îfadeyan serbest hatin berdan.

Mitînga ku bi pêşengtiya HDP, DBP, KCD û HDK'ê dê li Qoser a Mêrdînê bihata lidarxistin, rastî êrîşa polîsan mabû û piştî êrîşê gelek kes hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku 30 kesên ku di nava wan de zarok jî hene, piştî îfadeya wan ya li miduriyeta polîsan serbest hatine berdan. Kesên ku hatibun binçavkirin îfadeyên wan li gorî zagona "Mixalefeta li dijî zagona civîn û meşê" tev geriyane hatiye girtin.

(kom/zt)