Di serdegirtinan de 18 kes hatin binçavkirin

12:16

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên dewletê li Dîlok, Riha, Amed û Sêrtê di ser malan de girt. Di serde girtina malan de Hevseroka DBP'a Dîlokê Demet Paksoy û xwendekarên Zaningeha Dîlokê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qîrkirina siyasî bênavber didome. Li Dîlokê û navçeya Bêrecûka Rihayê polîs û cendermeyan bi ser malan de girtin. Li Dîlokê serê sibehê polîsan bi ser malan Hevseroka DBP'a Dîlokê Demet Paksoy, rêveberê HDP'ê berê Rişvan Denîz, xwendekarên Zaningeha Dîlokê Hediye Şen û ê ku navê wî ne hat zanin paşnavî Yildiz hatin binçavkirin. Hat hîn bûn ku polîsan deriyê malan şikandin û li hundirê malan serûbino kirin.

4 kesên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Polîsan a Dîlokê

Li Bêrecûkê 7 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Bêrecûka Rihayê jî cendermeyan serê sibehê di ser taxa Qubikê de girt. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Hacîm Şahîn, Sedat Şahîn, Emîne Şahîn, Kemal Şahîn, Adûl Şahîn, Azîz Şahîn ve Farûk Şahîn hatin binçavkirin. 7 kesên bi hinceta "Alîkarî dane rêxistinê" hatin biçavkirin birin Muduretiya Polîsan a Bêrecûkê.

Li Sêrtê jî polîsan bi ser mala xwendekaran de girt. Polîsan di serdegirtina mala xwendekaran de 5 xwendekar bi hinceta "Der barê wan de biryara lêgerînê heye" binçav kirin. Xwendekarên Zanîngeha Sêrtê Aziz Baday, Adem Ozturk, Naime Kaplan, Candeniz Yavavlı û Hêlin Gunay, binçav birin û birin midûriyeta polîsan a Sêrtê. Xwendekarên zanîngehê li ber edliyê kom bûn.

Li Taxa Sanayî ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî polîsan bi ser mala Mehdi Ezgin de girt û di serdegirtinê de Ezgin binçavkirin. Hat zanîn ku Ezgîn di êrîşa hêzên dewletê ya li navçeya Farqînê mala xwe bar kiribû û hatibû Amedê.

(kom/zt)