ROJEVA 26'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Navenda Jinan a Kardelen bi jinên gûndan re tê cem hev. Xebatkarên navendê diyar kirin bi sed salane ku tu xizmet li gûndan nehatiye kirin û ji ber wê jin gelek zehmetî dikşînin û tevi hemû ked û zehmetiyan jî keda jinê tûne tê hesibandin.

*Li bajarê Girê Spî yek ji cihên herî dîrokî ku bermahiyên wê heya niha mane, Eyî Eros e. Eyî Eros wek cihê yekemîn baweriya yek-xwedayî pîroz tê dîtin. Lê divê bi awayeke lezgîn bikeve bin parastinê.

*Emîne Akçay ya 26 salî di 14’ê Adara 2012’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê li mala xwe dawî li jiyana xwe anî. Emîne beriya welîdîna xwe ya duyemîn wek karkera çandî dixebitî. Ji sedemên sereke ya ku Emîne berbi întîxarê ve bir, xizanî hebû.

*Şervana YPJ'ê Bêrîvan Qelender, bi têkoşîn û berxwedana xwe ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînaka jiyanê. Bêrîvana ku di ferqa lêgerîna xwe yê azadiyê de bû, wiha gotibû, "Jinên ku dexwaza azadiyê dikin, divê berdêl wê jî bidin."

*Di 12'ê nîsanê de ji Girtîgeha Sergirtiya Jinan a Karataşa Edenê 33 jinên girtî bi hinceta "Girtîgeh dibe ya vekirî" sirgunî Girtîgeha Tipa C ya Tarsusê kirin. Girtinên hatin sirgunkirin diyar kirin ku ser wan û ziyaretciyên wan sepandinên nebaş dikin.

*Leylaya ji biçûkatî ve bala wê li ser berhemên destaye û bi kevirê ku ji peravên Munzurê komdike gerdenî û xemlan çêdike.