'Ji bo komkujî çênebe her kes baldariyê nîşan bidin'
15:27
JINHA
ENQERE - Piştî hêzên YPS/ YPS-JIN'ê li Nisêbînê vekişiyan, sivîlên li navçeyê di bin gefa komkujiyê de ne. Saziyên sivil bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku hêj komkujiyeke wekî Cizîrê pêk nehatiye, divê her kes bikeve nav tevgerê. Saziyan bing li dewletê jî kir ku demil dest êrîşên xwe bi dawî bike.
Yekîneyen Parastina Sivîl (YPS) bi daxuyaniyekî aşkera kir ku wan hêzên xwe ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kişandiye, her çendî di saetên serê sibehê de li navçeyê tu pevçûn pêk nenehatibin jî hêzên artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe berdewam dike. Navçeya ku welatiyên sivîl û birîndar têdenin, fikara dibe komkujiyekî wekî ya Cizîrê ji hêla hêzên dewletê ve pêk were. Saziyên Mafên Mirovan bal kişandin ser daxuyaniya YPS'ê, hat gotin ku divê dewlet demil dest êrîşen xwe rawestîne.
Bila nebe Cizîra duyemîn
Hevserokê Giştiyê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, da zanîn ku ew rewşa li Nisêbînê ji nêz ve dişopînin û ji ber rewşa sivîlan gelekî bi fikar in û wiha axivî: "Divê teqes li wir komkujiyeke wekî li Cizîrê pêk neyê. Divê walîtî demil dest operasyonan bi dawî bike û welatiyên sivîl bên dahliyekirin. Divê teqes ev pêk bê." Turkdogan komkujiya li Cizîrê pêk hat jî bi bîr xist û aşkera kir ku ji ber komkujiya Cizîrê çavên hemû cîhanê li ser Tirkiyeyê ye û wiha pêde çû: "Divê xaleke ku bala hemû raya giştiya cîhanê li ser e, rewşeke wekî Cizîrê neqewime. Divê piştî daxuyaniyên NY û Konseya Ewropayê rewşeke wekî berê pêk neyê." Turkdogan bi lêv kir ku ew wekî komele buyerê dişopînin û Navenda Giştî û Şaxa wane Mêrdînê bi nêz ve bi buyerê re eleqedar in.
Erdogan dixwaze heta dawiyê bibe
Serokê berê yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Yavuz Onen, biryara vekişîna YPS'ê ya navçeyê wekî "biryara hinceta îmhayê ji holê daye rakirin" û ev tişt got: "Ji ber ku hincetên projeya îmhayê ji holê dan rakirinê gaveke erênî ye. Hêj gelek windahiyên me çêbûn û tu hincetên vê yekê tune ye. Em çi bikin jî dê ev desthilatdariya AKP'ê heta dawiyê vê dîktatoriya xwe bibe û dê vê projeya xwe ya şer bi pêş bixe." Yavuz destnîşan kir ku divê hemû hêzên demokraktîk û aştî xwaz, li hemberî polîtîkaya şer bên gel hev, eniya aştiyê ava bikin û li dijî komkujiyan têkoşînê bidin meşandin.
Divê hesab bê pirsîn
Yavuz têkoşîna li herêmê tê dayîn jî gelekî girîng dît û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev têkoşîn tenê bi azadiya kurdan re sînor nîne, di heman demê de dê azadiya gelên li Tirkiyeyê jî bîne. Ez hêvî dikim ku ev gavên ku herî dawî hatine avêtin, dê hêj zêdetir pêşî li hêzên aştiyê veke." Yavuz herî dawî bang li saziyêm mafên mirovan ên navneteweyî jî kir û xwest divê hesabê van bêhiqûqiyan demil dest bê xwestin.
(zt)