Meclîsa gel bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên li Nisêbînê da
18:16
JINHA
AMÛDÊ- Meclîsa Gel a bajarê Amûdê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser gelê Nisêbînê ku bi awayeke hovane pêk tên şermezar kir û banga bilindkirina piştgiriyê ji bo gelê Nisêbînê kir.
Daxuyaniya Meclîsa Gel a bajarê Amûdê li pêşiya Navenda Şaredariya Gel a bajar bi tevlîbûna tevahiya endamên Meclîsa Gel ji hêla Hevseroka Meclîsa Gel a bajarê Amûdê Fatma Silêman ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de îşare bi êrîşên dewleta Tirkiyê li Nisêbînê û Şirnexê hate kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Dewleta Tirkiyê îro di nava aloziyê de derbas dibe. Lewma êrîşê gelê Kurd bi awayeke hovane û bi her cûreyên çekên qedexekirî dike. Malên gel tê hilweşandin û şewitandin. Her wiha çeteyên AKP'ê li hemberî gelê Bakûr komkujiyan pêk tînin."
Daxuyanî bi vî aweyî dewam kir, "Em careke din van tewanên ku AKP û Erdogan li ser gelê me yê Kurd pêk tîne şermezar dikin û ji hêzên Navnetewî re dibêjin ku ev kiryarên li ser gelê me pêk tê, kiryarên hovane ne. Bêdengiya we jî bêdengî li hemberî tevahiya mirovahiyê ye û ev ne layîqê welatên ku xwe bi parastina mafê mirovan didin nasîn e."
Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedaniyê hate kirin. Daxuyanî bi dûruşmeyên ku berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê û kesên jiyana xwe ji dest dane silav dike bi dawî bû.
(rh/zd/rc)