ROJEVA 26'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Efrînê têkîldarê êrîşê çeteyan hember Kantona Efrînê wek plana koçberkirina gel û valakirina herêmê nirxandin û gotin ku ew ê bi tu awayî dev ji axa xwe bernedin û têbikoşin.

* Endama DÎK’ê Guler Ozavci diyar kir ku di îstîsmara zayendÎ de, taciz, tecawiz û şîdeta li ser jinê de ‘ol’ tê bikaranîn û tê rewakirin. Gulerê got divê Diyanet bê rakirin û civak li dijî van sûcan bêdeng nemîne.

*Şervan û fermandarên YPJ'ê bi armanca rasthatina salvegera bîranîna Endama Konseya Leşkerî ya YPG û YPJ'ê Meryem Mihemd nirxandin kirin.

*Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Fona Nifûsa BM (UNFPA) kiriye, li welatên herî xizan yên cîhanê bi mîlyonan jin û keç rastî astengiyan tên û ji ber vê derfetên pêşketinê ji destê wan tên girtin. Ji derfetên kar, tenduristî û perwerdê bêpar dimînin.

*Li her gundeke bajarê Til Temir girek heye û piranî jî van giran navê xwe ji gundê xwe girtine. Her yek ji van giran jî çîrokeke wê heye. Çîrokên ku nepenîbûna wan balkêştir dike.

*Arjin Çem a ku azadî di çiyayan de didît digot: "Di nava gerila de herî zêde ez ji sohbetên li ber kozên agir dibiniya roniya sitêr û heyvê de bandordibim. Her tim hestek wiha bi min re çêdike; azadiya rasteqîn eve." Arjin di 28'ê Gulanê de li Tendurekê çavê xwe li jiyanê girt û tevlî sitêrkanbû.

*Di bin navê 'Herêmên Ewlehî ên Taybet' de dewlet dixwaze li pêşiya çanda koçeriyê bigre. Komîsyona Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê Bahar Sonecek diyar kir ku qedexe danîn rê li ber gelek pirsgirêkên ekolojî û aborî vedike û got dewlet bi qedexekirinê pêşî li ber xizaniyê vedike."