Ji Nisêbînê 4 cenaze birin Mêrdînê

15:57

JINHA

MÊRDÎN - Di dorpêç û êrîşa komkujiyê ya hêzên dewletê li Nisêbînê da meşandin, cenazeyê 7 kesan li Nexweşxaneyên Mêrdîn û Qoserê tên rawestandin. Li gel 7 cenazeyan 4 cenazeyên din jî anîn Mêrdînê.

Hêzên dewletdê li navçeya Nisêbînê 75 rojin bi tang û topan êrîş dikin. Di şerê YPS/YPS-JIN'ê û hêzên dewletê de bi dehan leşker û polîs hatin kuştin û gelek endamên YPS û YPS-JIN jiyana xwe ji dest dan. Di şerê 75 rojan de cenazeyek anîbûn nexweşxaneya Mêrdîn û 6 cenaze ji li Nexweşxaneya Qoserê dihat rawestandin. Hat diyarkirin ku îro jî cenazeyê 4 kesan ji Nisêbînê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

(kom/zt)