ROJEVA 28'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Endama Meclîsa Zagonsaz a bajarê Til Temir Hayîstan Xelef, êrîşên li ser Rojava û Bakûrê Kurdistanê weke dûbarekirina hevpeymana Sykes-Picot nirxandin kir û diyar kir ku dewleta tirkiyê bi êrîşên xwe wê nekaribe vîna gelê kurd têk bibe.

*Romenên ku bi salan e li bajarên ku dijîn rastî newekhevî û biçûxistinê tên, li Çewlîkê bi gelek pirsgirêkan re rû bir û ne. Jinên ligel betalî û xizaniyê wê xaniyê wan jî jê bên girtin, ji ber çemê qirêj bi nexweşiyan re rû bi rû ne.

* Jinên bajarê Dirbêsiyê bi armanca pêşxistina qadên aboriyê kooperatîfên xweser avadikin û hêjmarek mezin jin cihê xwe di qadê aboriyê de digre.

*Jinên gundê Bayê yê Colemêrgê ji bo ku debara malê bikin berê xwe didin zozanan û diçin pancar kom dikin.

*Hêvîdar ku dest ji hevjînê xwe yê ku destur nedida bixebite û bixwîne, berda şûnde, li ser piyên xwe sekinî. Hêvîdarê got divê jinek bikaribe bêje ‘na’ û piştî vê berxwedana wê dest pê kiriye.

*Hunermend Fusun Demîrel got li Tirkiyeyê humermendê rastî divê xwedî seknek muxalîf be û divê li cem gel cih bigire. Fusunê got: “Terza me hunermendên muxalîf bi awayekî muxalîf berdewam kir. Ji vir şûnde jî em tawîzê ji sekna xwe nadin. Em bawer dikin ku bi pergaleke hatiye avakirin huner dikare hebe.”

* Li Êlihê di 5 salan de 44 jin…Jinên li Wanê… Jinên li Sûrê din av xizaniyê de întîxar kiri… ev jin tenê xizaniyê najîn, di heman demê de rastî şîdeta mêr jî tên. Wek gelek mirinên bi guman û întîxarên bi guman… agahiyî kesî tine ku çi jiyan..

* Rêvebera Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tuşbaya Wanê Emîne Çorak zagona rakirina parêzbendiya li ser parlamenterên HDP'ê ku di meclîsê de derbas bû, nirxand û got, "Çi dibe bila bibe, em heya dawiyê li pey vîna xwe ne. Her çiqas parlamenterên me ne di meclîsê de bin jî em şopdarên wan in."

*Aysel Avesta ya ku ji aliyê Asayişa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û paşê serbest hatî berdan di derbarê tiştên dibin çavan de jiyan kirî de wiha axivî: "Ji ber dermanên min nedan min roja çaran rewşa min nebaş bû ew jî gelek tirsan. Roja çaran berî ku bijîjk were ez birim û ez sê saet di lêpirsînê de hiştim. Gelek pirsên siyasî ji min pirsîn. Min got; 'Ez rojnemegerim pirsên siyasî nekin.' Gava pirs ji min dikirin li dimenên ku me kişandine temaşe dikirin."

* Di salê borî de ji ber erdheja ku li herêma Sîndhulî ya Nepalê pêk hatî de gelek gund û herêm xirab bûn. Li gundê Dhamîle yê Nepalê 8 jinên ciwan bi armancê avakirina şîrketa xwe yê bestirê ji darên bamboyê qûlîbe avakirin. Endama Koma Hewildana Panchakanya yê Suntalî Maya Ghalan got, "Gelek mêr dihizirin ku jin nikarin bi serê xwe qûlîbe înşa bikin. Lê bi înşakirina qulûbê re me nêrînên wan vala derxist."