Nasnameyê 2 şervanên YPS-JIN hatin aşkere kirin

16:25

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku di rêya navçeyên Cizîr-Silopiyayê 2 şervanên YPS-JIN’ê bi hêzên dewletê re şer kirine û jiyana xwe ji dest dane.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameyên 2 şervanên ku di şerê li ser rêya Cizîr-Silopiyayê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. Di daxuyaniya YPS’ê de ev hate gotin: “2 hevalên me yên berxwedana YPS-JIN’ê dema 24’ê Gulanê diçûn wezîfeyê li ser rêya Cizîr-Silopiya ya Şirnexê de bi hezên dewletê re ketine şer. Hevrêyên me Zerya û Sozda bi berxwedanek mezin şer kirine, seknek fedaî nîşan dane, heta guleyên xwe yên dawî şer kirine. Hevalên me ji bo nekevin destê hêzên dewletê jî xwe feda kirine û şehîd ketine. Di dema vî şerî de welatparêzê bi navê Mahmût Zeyrek ê ji gundê Gitê yê Silopiyayê bi wesayîta xwe derbas dibû, ji aliyê hêzên dewletê hate hedefgirtin û mirovê me yê bi navê Mahmût Zeyrek hatiye qetilkirin.

Têkçûna hêzên dewletê û AKP’ê ya li hember berxwedana me ya xwerêveberiyê, sekna her endamekî me ya lehengî dijmin di şokê de hiştiye. Hevalên me Zerya û Sozda jî bi nûnertiya vî ruhê mezin şer kirine û seknek mezin a ku xwe fedayî gelê xwe dike danîne holê.”

Nasnameyên 2 şervanên YPS-JIN’ê wiha ne:

Zerya Çirav (Toprak) /Antîka Acar /Dayik: Fatma, Bav: Ahmet / 1990 li Bazîdê ji dayik bûye / 2010 tevlî bûye

Sozda Xwînrêj / Ayten Tanriverdî / Dayik: Fatma, Bav: Tahîr / 1994 li Silopiyayê ji dayik bûye / 2011 tevlî bûye

(rc)