ROJEVA 29'Ê GULANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Rêvebera TEV-Çanda Efrîn Xaliya Mihemed derbarê kar û xebatê jinan di nava TEV-Çand a Demokratîk de, nirxandin kir.

*Zeynep Reşîd (80) ji gundê Heç Xelîla ya girêdayî Navçeya Raco a Kantona Efrînê ye. Zeynepa ku li tevahî Efrînê bi hekîmtiya xwe tê nasîn, 58 salin bi rêbazên xwezayî çavê mirovan paqij dike.

*Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ya PKK’î li Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da bû. Di jiyana xwe ya ku kurt berdewam kir de hemû xweşikahî hewandin û di heman demê de barekî mezin da ser milê xwe û berdewam kir. Dayikê wê Hulya û bavê wê Nusret Dogruak, diyar kirin ku têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya Ekîn Cerenê îro li Kurdistanê bi berxwedanên rêveberiyên xwser didomin.

*Xurbet Ebdullah ku dirûnê dike, karê xwe jî wek beşek ji xweşikirina jiyanê û tevlîbûna jinê di qada civakî de pênase dike. Xurbet derbarê kar û jiyana xwe de ji bo me axivî.

*Di beşa dawî ya dosyaya ku em li ser întîxarên jinan yên herî zêde ji ber xizaniyê pêk tên, derketin rê, de vê carê emê nêzîkatiya çapemeniyê ya li ser întîxara Emîne Akçay vebêjin.Çapemeniyê ji bo întîxara Emîneyê sernavê wekê ‘Bidawîbûna bi êş’ bikardianî û hemû sedemên piştperdeya întîxarê vedişart.

*Jinan li dijî rapora ku Komîsyona Lêkolîna Parastina Tevahiya Malbatê ya TBMM’ê gotin ‘mafên me qezenckirine em şûnde nadin. Em jin bi awayekî topyekun li dijî vê pêşnûmeyê ne.’

*Di şertên zor ên girtîgehan de berhemên jinan nivîsiyî dê bigihin ber destê xwendekaran. Editora berhemên ji girtîgehan tên Ayşegul Tozeren diyar kir ku divê hîn zêdetir jin binivîsin û got: "Li gorî rêjeyê jin ji mêran hîn kêmtir dinivîsin. Sedema vê jî ji ber hîn zêdetir bi rexneyî nêzî karê xwe dibin. Li gorî nêrîna min divê jin hîn zêdetir binivîsin. Ji ber berhemên bedew ji pênûsa jinan derdikeve."