Xebatkarê çapemeniyê Jêhat Akça hat binçavkriin
11:00
JINHA
ŞIRNEX - Rojnameger û Midûrê Çapemeniya Şaredariya Cizîrê Jêhat Akça jî di navde 3 kes li Cizîrê hatin binçavkirin.
Tîmên tevgera taybet, li taxa Nuhê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Tîmên taybet di serdegirtina malan de Rojnameger û Midûrê Çapemeniya Şaredariya Cizîrê Jêhat Akça jî di navde 3 kes li Cizîrê binçav kirin. Tîmen taybet Rojnameger Jêhat Akça, bav û mamê Hevserokê DBP'a Cizîrê Mesut Nart Abdullah Nart û Mehmet Nart binçav kirin. Tîmên taybet di serdegirtina malan de pirîzên ceyranê jî jêvekirin û li her derê lêgerîn pêk anîn. Hat zanîn ku dibe hêjmara kesên hatine binçavkirin zêdetir bin.
(kom/zt)