Li Nisêbînê teqînek mezin çêbû

12:47

JINHA

MÊRDÎN - Li Taxa Abdûlkadîrpaşa ya Nisêbînê ku hêzên dewletê bi tang û topan êrîş dikin gelek teqînên mezin pêk tên. Di saetên borî de dîsa teqînek mezin pêk hat.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bombekirinên hêzên dewletê bi awayekî dijwar didomin. Li Taxa Abdûlkadîrpaşa ya ku bi sedan wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin, teqînek mezin qewimî. Ji ber teqînê di gelek malan de ziyan çêbûn, dûmanek zêde li ser taxê bilind bû. Heta niha gelek caran hêzên dewletê bi balafirên şer taxên Nisêbînê ji hewa de bombe kiribûn. Di êrîşa 77 rojan de heta niha bi dehan leşker û polîs hatin kuştin. Di roja 73'yan de hêzên YPS û YSP JIN daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku wan hêza xwe paşve kişandiye û ger ku ji niha û şûnde êrîş pêk bên li dijî gelê sivîl pêk tên.

(kom/zt)