Hevserokê KURDÎ-DER'ê Ozan Kilinç hat girtin
14:08
Gulan
29
/ 2016
JINHA
AMED - Li Amedê ji 9 kesên hatin binçavkirin Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Ozan Kilinç û welatiyê bi navê Şaban Kaskarli hatin girtin.
Li Amedê di 25'ê Gulanê de di serdegirtinên hemwext de 9 kesên ku hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. 9 kes piştî ku îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Hevserokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Ozan Kilinç û welatiyê bi navê Şaban Kaskarli bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. 7 kesên din jî bi "şerta kontrola edlî" hatin berdan.
(zt)