Li Cizîrê her diçe jimara binçavkirinan zêde dibe
14:28
JINHA
ŞIRNEX - Li taxa Nûrê ya Cizîrê di serdagirtina malan de di nav de Midûrê Têkiliyên bi Gel û Çapemeniyê ya Şaredariya Cizîrê Jihat Akça jî di nav de, hejmara kesên hatin binçavkirin zêde dibe. Hat diyar kirin ku hejmara kesên hatine binçavkirin derketiye 20 kesan, parêzerên ji bo Jihat Akça re hevdîtinê bikin jî hatin astengkirin.
Hêzên artêşa tirk a dagirker di saetên serê sibehê de li taxa Nûrê ya navçeya Cizîre ya Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Di serdagiritnê de di nav de Midûrê Têkiliyên bi Gel û Çapemeniyê ya Şaredariya Cizîrê Jihat Akça, Hevserokê DBP'a Cizîrê Musut Nart, bavê wî Abdullah Nart, apê wî Mehmet Nart û xebatkarên şaredariyê Aydin Sansak û Zelal Elçî, welatiyê bi navê Alî Kumak jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Der barê nasnameya welatiyên din de agahî nehatin bi dest xistin.
Welatiyên sedema binçavkirina wan nehat zanîn, hat gotin ku welatî birine Midûryeta Polîsan a Navçeyê.
Parêzerên bi navê Nurettîn Gasir û Sertaç Ozkan ên ku ji bo bi Jihat Akça re hevdîtinê bikin çûn qereqolê, hevdîtina wan hat astengkirin. Ji parêzeran re hat gotin ku dema îfade bê girtin tenê dikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin.
(kom/zt)