Li Geverê cerdevan malên gel talan dikin

14:28

JINHA

COLEMÊRG - Dorpêça û talana ku ji hêla hêzên artêşa tirk ve hatiye destpêkirin, bi piştgiriya cerdevanan didme. Hat gotin ku cerdevanên herêmê di talanê dikanên welatiyan de cih digirin.

Dorpêç û talana ku ji hêla hêzên artêşa tirk ev 79 roj e li hemberî navçeya Geverê ya Colemêrgê hatiye destpêkirin, bi sedan avahî û dikanên kurdistaniyan ji hêla hêzên dewletê ve hatin xirabkirin. Yên ku saxlem jî mane ji hêla cerdevanan ve tên tanankirin. Hat diyar kirin ku di operasyona hatiye destpêkirin de, cerdevanên herêmê jî di talana avahî û dikanên welatiyan de cih digirin. Pevçûnên ku berî 42 rojan hat gotin bi dawî bûne, welatiyên ku vegeriyan malên xwe, bi hincetên wekî qedexeya derketina derve binpê kirine, ji her yekî re 220 TL cezayê pere tê birîn û welatî ji hêla hêzên tirk ve tên derbkirin. Ji hêla din ve talana li navçe û gundan ji hêla cerdevanan ve pêk tê jî ji hêla hêzên dewletê ve rewa tê dîtin.

Televîzyon, sarinc û jenerator…

Qedexeya ku ji bo çêkirina qereqolên herêmê û ji bo delîlên sûcên ku ji hêla hêzên dewletê ve hatine kirin ji holê bê rakirin tê berdewam kirin, cerdevanên herêmê jî bi derfetên qedexeyê, beyî ku malên wan li taxan hebin, dikevin avahî û dikanên welatiyan û bi rihetî talanê pêk tînin. Cerdevanên dikevin malan, alavên wekî televîziyon, sarinc, çilşo, jeneretor û hwd. li maşînan bar dikin û dibin gund.

(kom/zt)