Li Nisêbînê tax tên bombekirin, mal û kargeh tên şewitandin

18:57

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê êrîşên qirkirinê ji hêla hêzên dewletê ve dewma dikin. Tax tên bombekirin, mal û kargeh jî tên şewitandin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya ku hêzên YPS’ê ji bo ku sivîl neyên qetilkirin vekişiyabûn, çeteyên Qesrê êrîşên qirkirinê dewam dikin. Wesayîtên zirxî yên ku li derdora nexweşxaneya kevin û ser Rêya Îpekê bi cih bûne bi top û obusan taxan bomberdûman dikin. Li navçeya ku di bin topbaranê de hatiye hiştin, mal û kargeh jî tên şewitandin.

Ji navçeya ku bomberdûman bênavber lê didome, dûman bilind dibe.

(kom/zt)